Şeva derbasbûyî ev kolber ketin kemîna çekdarên Îranî.
Li gor jêderên herêmî şeva derbasbûyî hijmarek kolberên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê li devera sînorî ya Pîranşarê ve xwestibûn derbasî başûrê Kurdistanê bibin daku kol û tiştên xwe bo Rojhilatê Kurdistanê veguhêzên, lêbelê li devera sînorî ya nêzî Balakatê ketine kemîna çekdarên Îranî û çekdarên Îranî gole li ser wan reşandine.
Jêderên herêmî diyar kirin ku di encama teqe kirina çekdarên Îranî de sê kolber canê xwe ji dest dane û sê kolberên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin