Kasibkarên Tehranê dest bi grevê kirin.
Îro li seraserê bajarê Tehranê jiber giran bûna bihayê dolar û diravên din yên biyanî û kêm bûna buhayê riyal û tomenê Îranî, piraniya kasibkarên bazarê Tehranê grev kirin.
Jiber giran bûna buhayê dolar û diravên din yên biyanî alûvêrên bazirganî li Tehran û Îranê rastî astengiyên mezin hatine û xalk li bazaran de tiştek nakire û kasibkar jî neçarin dikanên xwe bigirin.
Herwiha jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku niha li hin deverên Tehranê kasibkar û xelkên din jî dest bi xwepêşandaneke gelek mezin kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin