Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:48

Ceyşol`edl: Aliyê kêm 11 endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin

herî kêm 11 leşkerên Îranî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Ceyşol`edl: Aliyê kêm 11 endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin.

Şer û pevçûn di navbera saziya “Ceyşol`edl” ya Îranê û hêzên biryargeha “Quds” ya Spaha Pasdaran di devera “Tehlab ya Mîrcawê” ya girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de derket.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya roja Duşemî 4`ê Pûşperê, di navbera hêzên saziya “Ceyşole`dil” û hêzên biryargeha Spaha Pasdaran ya “Qudsê” de şer û pevçûn çê bû, û di encama vî şerî de saziya “Ceyşole`dilê” 11 endamên Spaha “Quds”ê kuştin.

Ceyşole`dlê di daxuyaniyekê de belav kiriye: Bi vê boneyê ve saziya “Ceyşole`dlê” xelkê seranserê Îranê haydar dike ku, ciwanên xebatkar ên ser bi gurdana şehîd “Mewlewî Nê`imetullah Tûhîd”, di şeva 4`ê Pûşperê de karîn di bajarê “Mîrcawê” ya girêdayî devera “Telxab” di êrîşeke bernamedarêtî de, derbeke giran û mezin li kirêgirtiyên rejîma wilayeta Feqîh bidin.

Vê saziyê pêdagirî jî kiriye ku, li gorî raporên belavbûyî di yekem nûçgihaniya “Ceyşole`dil”ê de, van di şer û pevçûnên şeva derbazbûyî de, aliyê kêm 11 endamên hêza cinayetkar ya rejîma terorîst ya wilayeta Feqîh kuştine, û organên spaha terorîst ya Mirsadê zirareke giran dîtiye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.