Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:47

Parêzerên Rojhilat li Şinoyê çend çalakî pêk anîn

êrîşî ser sê navendên girîng yên spaha pasdaran kirine
کوردستان TV
100%

Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê di nava Şinoyê de li spaha pasdaran dan.

Li gor daxuyaniyeke partiya demokrata Kurdistanê, yekîneyên ser bi Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê ku balê leşkerî yê partiya demokrata Kurdistanê ye, şeva derbasbûyî li bajar Şinoyê çalakiyeke gelek mezin lidar xistine.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, şeva pêncşemê di seat 10ê de yekîneyên ser bi hêzên parêzerên Rojhilatê Kurdistanê di nava bajarê Şinoyê de êrîşî ser çend navendên spaha pasdaran ya Îranê kirine.

Ev cêyên ku êrîşî ser wan hatiye kirin navên wan ewin, Şakirabad, Taçînavî û Zimî.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku heta niha derbarê zirarên canî yên spaha pasdaran de ti zaniyariyên rast neketine destê wan.

Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê jî diyar kirine ku ev çalakiyên han bo parastina xaka pîroz ya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ye li hember hewldanên militarize kirina deverê ji aliyê rejîma Îranê ve.

 

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.