Ishaq Cehangîrî dibêje Siûdiye nikare di şûna Îranê de petrolê henarde bike.
Îro li Tehranê Cîgirê yekê yê Serokkomarê Îran, Ishaq Cehangîrî di civînekê de diyar kir ku vê ji niha û pêde kerta taybet ya Îranê karibe karê hinarde kirina petrola Îranê bidomîne.
Cehangîrî di axaftinên xwe de derbarê daxwaza Serokê Amerîkayê ya ji Şahê Siûdiyeyê ku gotibû lazime rojane du miliyon bermîl petrol zêde bişîne bazarên cîhanê, got: Kes nikare ew boşatiya nava bazara petrolê yaku jiber gemaroyên ser Îranê cê bibe têjî bike û Siûdiye jî nikare vê yekê bike, lê eger ew yek kir vê emê ew weke xiyanetkar bidin nasîn û rastî cezayeke mezin jî were.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin