Li gor jêderên herêmî dohê li bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşan ya li Rojhilatê Kurdistanê, endamên îtlaata Îranê çalakvanekî Kurd binçav kirine.
Jêderên herêmî diyar kirin ku çalakvanê girtî navê xwe Irfan Reşîdiye û endamê saziya jîngehparêziya Paweyê ya bi navê Jîway Paweye.
Heta niha Îtlaata Îranê derbarê binçav kirina Reşîdî de ti agehî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin