Îranê dibêje emê li hember gemaroyên Amerîkayê rawestin.
Cîgirê yekem yê Serokkomarê Îraqê Îshaq Cehangîrî ragihand ku hikûmeta Îranê biryar daye bi her awayî li hember gemaroyên ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser welatê wan hatine sepandin, rawest.
Îshaq Cehangîrî diyar kiriye ku weke yekem pêngav di vê çarçoveyê de, vê firotina petrola xwe zêdetir bikin.
Cehangîrî di beşeke din ji axaftinên xwe de ew yek jî eşkere kiriye ku şaşe eger em bêjin şerê abûrî yê Amerîkayê yê li dijî Îranê ti bandoreke xwe tuneye, lê em bi her awayî hewl bo parastina pergala bankî û darayî ya Îranê didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin