Di encama teqînê de 12 kes bûne qurbanî.
Li gor ajansên nûçeyan îro înê li nêzî balefirgeha Qahêreya paytexta Misirê, di nava kargeheke petrokîmiyayê de teqînek çê bûye.
Ajansên nûçeyan li ser zarê rayedarên Misirî belav kirine ku ev teqîna han jiber bilind bûna pileya germayê çê bûye.
Herwiha hate gotin ku di encama teqînê de 12 kes birîndar bûne û bo derman kirinê ji nexweşxaneyan re hatine şandin.
Rayedarên Misirê diyar kirine ku jiber teqînê zirareke gelek mezin ber kargehê ketiye.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin