Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:48

Îran xwediyê 950 ton ûranyûm e

berpirsekî Îranî behsa bernameya etomiya Îranê dike
کوردستان TV
100%

 Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salihî ragihand ku stoka wan ya ûranyûmê gihaye 950 tonî û bo hilberîna santrafujên pêşkeftî pêvajoya avakirina dezgeyê temam bûye.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd , Salihî got ku niha li dora 900 û 950 tonî ûranyûma wan heye û bo hedefa dûr ya Îranê ev miqdar bes e. Salihî agahiyan di televîzyona dewletê ya Îranê de da û ragihand ku bo çêkirina santrifujan rotorên ku pêdiviya wan pê keye avakirine.

Salihî got ku di fabrika UF4 an de ku ûranyûm tetraflorîd tê de çêdibe bo bigihê 190 hezar SWU yê xistine dewrê. Bi zêdekirina ûranyûm hekzaflorîdê (UF6) ku maddeya xam ya santrîfujaye, fabrîka wê li bajarê Esfahanê danîne û her pêngava wan li gor peymana nukleerî dimeşe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.