Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:46

Erdhej dîsa Kirmanşa hejand

tundiya erdhejê 5.7 pile bûye
کوردستان TV
100%

Îro dîsa erdhejeke din li Rojhilatê Kurdistanê çend navçeyên din hejand.

Li gor daxuyaniya navenda erdhejnasiya Kurdistanê îro di seat 1 û 7 deqîqeyan de erdhejek ku tundiya vê 5.7 pile li ser pîwana rîxter bûye û di qûlayiya 10km ya li bin erdê de qewmiye, navçeya Tazeabad ya li Kirmaşanê hejandiye.

Di encama ev erdheja han de li deverê de nêzî 25 welatî birîndar bûye û zirareke mezin ya madî jî gehêştiye wan deveran.

Herwiha di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku li hin bajarê Başûrê Kurdistanê û hin deverên Îraqê jî ev erdhej hatiye hiskirin û hinek cê hatine hejandin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.