Netanyahu û Lavrov ser hêzên Îranê axifîn

Rûsiye nikarî îsraîlê razî bike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Orşelîmê kom bûn.

Her du nûner ser hebûna hêzên Îranê li Sûrîyê danûstandin kirin.

Karbidestên payabilind didin zanîn ku Îsraîlê, pêşnîyaza Rûsya, ku dixwest ku hêzên Îranê 100 kîlometre dûrî xeta agirbestê ya Girên Golanê bi cîh bike, red kiriye.

Di 11’ê Tîrmehê de, Netanyahu û Serokê Rûsya Vladimir Putin kom bûbûn.

Netanyahu diyar kiribû ku ew ketîye fikaran ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad, dijî peymana 1974’an ya herêma bêleşker derkeve û alîgirên Hizbullah û Îranê li wir bi cîh bike.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.