Rayedarekî Îranî dibêje em bo şehîd bûnê amadene.
Yek jî berpirsên spaha Qodis ya Îranî Qasim Silêmanî di daxuyaniyeke de gef li Amerîkayê xwariye û gotiye em xelkê Îranê bo şehîd bûnê amadene.
Silêmanî herwiha diyar kiriye ku ji niha û pêda deriyaya sor bo hêzên Amerîkî ne arame û tevahiya navendên leşkerî yên Amerîkayê jî di armanca êrîşên me dene.
Qasim Silêmanî berpirsê spaha Qodise yaku ji aliyê Amerîkayê ve weke tevgereke terorîstî hatiye nasîn û Qasim Silêmanî jî navê vî di nava lîsteya Amerîkayê deye.
Weke tê zanîn ew çend roje ku Amerîka û Îran bi awayekî du alî gefan li hev û du dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin