Li bajarê Pîranşarê dîsan kolber hatin kuştin

qetil kirina kolberên Kurd ji aliyê Îranê ve didome
کوردستان TV
100%

Sê kolberên xelkê bajarê Pîranşarê ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine birîndarkirin û kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, beriya du rojan hêzên leşkerî yên ku di binkeya “Seqer” ya li sînorê bajarê Pîranşarê cihgîr in, hejmarek ji kolberên Kurd dane ber gulleyan û di encamê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Seyîd Kamil Balaşar” xelkê bajarê Pîranşarê jiyana xwe ji dest da, û du kolberên din yên bi navên “Ezîz Şoxelan” û “Selah Şêxmihemed” bi dijwarî birîndar bûn.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.