Piştî dabezîna buhayê riyalê Îranî ya li hember dolar û pereyên din yên biyanî û herwiha bilind bûna nirxan û zêdebûna bêkariyê, careke din xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî dest bi xwepêşandanê kir.
Di xwepêşandanên vê carê de ku li piraniya bajarên mezin weke Taran, Îsfehan, Tebirîz, Kimaşan û Hemedanê destpê kirine, xwepêşander diroşmeyên dijî rejîmê didin û daxwaza dev ji kar berdana berpirsên mezin yên Îranê dikin.
Herwiha hêzên ewlekarî yên Îranê jî bi tundî bersifa xwepêşanderan didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin