Erbil 38°C Tuesday 13 May 00:53

Rewşa Tehranê gelek aloz bûye

xwepêşandanên Îranê jî dom dikin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepêşandanên xelkê Îranê de yên li dijî rejîma vê welatî, piştî destpê kirina xwepêşandanan li hin bajarên weke Îsfehan, Kirmaşan, Şîraz, Kerecê îro jî li Tehranê xwepêşandaneke gelek mezin hat organîzekirin.

Di xwepêşandana han de ku bi sedan hezar kes têde beşdar bûn, diroşmeyên li dijî rejîma Îranê hatin gotin û daxwaz ji rayedarên Îranê hate kirin daku dev ji desthilatê berdin.

Ji aliyeke din ve jî hêzên ewlekarî yên Îranê bi taybetî hêzên dije şoreşê bi tundî êrîşî ser xwepêşanderan kirin û pevçûn di navbera her du aliyan de qewmiye.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku niha rewşa Tehranê gelek aloze û tedbîrên ewlekarî gelek dijwar hatine stendin.

Hêjayê gotinêye ku ev çend roje Îranî jiber giranî, bêkarî, gendelî û hin kêşe û arîşeyên din dest bi xwepêşandanê kirine û rayedarên vê welatî bi dictator binav dikin û daxwaz dikin ku rayedarên Îranê dev ji desthilatê berdin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.