Mimkune di meha Îlonê de bicivin.
Di çarçoveya berdewam kirina şerê navxweyî yên Yemenê de, tê gotin ku mimkune aliyên dijber bo rawestandina şerê, dest bi prosesa diyalogê bikin.
Di vê derbarê de nunerê NY yê bo karûbarên Yemenê Martin Griffiths diyar kir ku ew weke NY bo dawî anîn bi şerê navxweyî yê Yemenê dest bi hewldaneke cidî kiriye.
Griffiths diyar kir ku ew hewil didin ku her du aliyên dijber di Îlonê li Cenevrê kom bikin daku dest bi diyalogê bikin.
Griffiths diyar kir ku ew dikarin Husiyên Şîi, ku tê îdia kirin ku Îran piştgiriya wan dike, û rêveberiya navendî ya ku Erebîstana Saudî pê re hevkariya dike, bo çareseriyeke sîyasî kom bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin