Erbil 38°C Tuesday 13 May 01:00

Spaha Pasdaran dîsan gef li Partiyên Kurd yên Kurdistana Rojhilat dixwe

dibêje vê emê bi tundî toleya leşkerên xwe bistînin
کوردستان TV
100%

Spaha Pasdaran gef li partiyên Kurd yên li dijî hikûmeta Îranê xwar û ragehand ku “tolstandina me wê tundtir be”.

Roja 15`ê Gelawêjê “Mihemedelî Ceferî  fermandarê Giştî yê Spaha Pasdaran û “Mihemed Pakpûr” fermandarê Hêza Bejahî a Spaha Pasdaran di rêûresimekê de, li bajarê Tehranê ku ji bo kuştiyên vê dawiyê yên Spaha Pasdaran yên li bajarê Merîwanê hatibû lidarxistin, gef li partiyên Kurdî yên opozisyona Hikûmeta Îranê xwar.

“Pakpûr” di civîneke rojnamevanî de ragehand ku: “Îsal serbarê dijminatiya xwedîhêzên cîhanê, hemû ev girûpên ku kempnişîn in, û li welatên cîran wekî Herêma Bakûrê Îraqê de, çalak bûne, serbarê çalakbûna van hemû girûpên terorîstî, me kêmtirîn nearamî di van deveran de hebûye”.

Fermandarê hêza bejahî a Spaha Pasdaran daye xuyakirin ku: “Li hemberî hewlên vê dawiyê yên li bajarê Merîwanê, hemû dibe bizanin ku tolstandina me wê tund be, û dem û demjimêra tolstandinê tu kes nizane, lê her cihek bi taybet binkeyên wan yên li Bakûrê Îraqê de, wê bibin armanca tolhildana me”.

“Pakpûr” herwisa da zanîn ku: “terorîst di hemû sînorên me de çalak bûne, û piraniya gefên wan li dawiya sala 1396`an heyanî niha bûne, lê vê yekê dibînin ku ev hêzên çekdar tu nifûzeke wan tunebûye”.

Herwisa “Mihemedelî Ceferî fermandarê giştî yê Spaha Pasdaran îşare bi kuştiyên Spaha Pasdaran yên li bajarê Merîwanê kir û got ku: “Emê derbeyekê di bersiva vê kiriyara terorîstî de li wan bidin, ku bi qasî giraniya wan 11 kuştiyan be”.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.