Piştî ku çekdarên Hemasê dohê û îşev bi mûşek û rokêtan êrîşî ser Başûrê Îsraîlê kir, arêşa Îsraîlê jî bi tundî bersifa wan êrîşan da.
Di vê derbarê de artêşa Îsraîlê belav kir ku piştî çekdarên Hemasê bi rokêt û mûşekan êrîşî ser hin deverên Başûrê Îsraîlê kirin, artêşê jî bi tundî bersifa wan êrîşan daye.
Artêşa Îsraîlê belav kiriye ku karîne bi rêya pergalên berevaniya asmanî 25 mûşek û rokêtên Hemasê beriya ku bigehêjin axa Îsraîlê biteqîne.
Artêşê belav kiriye ku balefirên şerê 140 cêyên çekdarên Hemasê li Xezeyê bi tundî bordiman kirine û zirareke mezin gehandine çekdarên Hemasê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin