îro parlementoya Îranê, Serokkomarê vê welatî Hesen Ruhanî bi mebesta bersif dana pirsên parlementeran yên li dor rewşa Îranê, vexwand.
Di destpêka civîna lêpirsînê de, parlementer çend pirs ji Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî pirsîn û Ruhanî jî bi awayekî berfire besifa wan pirsan da.
Lê piştî bidawî hatina gotinên Ruhanî, parlementerên parlementoya Îranê diyar kirin ku bersifên Ruhanî wan razî nekiriye û bersifên han nayên qebûlkirin.
Piraniya pirsên ku ji Ruhanî hatine pirsîn derbarê rewşa abûriya Îranê de bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin