Îran û Iraqê derbarê dolar de biryareke hevbeş der kirin

Iran û Îraq biriyar dan dolar bikar nehînin
کوردستان TV
100%

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îran-Iraqê Yehya Îshaq diyar kir ku Tehran û Bexdayê di bazirganiya navbera xwe da dolar ji rewacê rakirin û di şûna wê da wê ewro, riyal û dînarê Iraqê bi kar bînin.

Îshaq daxuyanî da çapemeniya Îranê û got: "Îran û Iraqê di muemeleyên bazirganiyê yên di navbera xwe da dolar ji holê rakirin. Piraniya muemeleyên xwe yên bazirganiyê wê bi ewro, riyal û dînarê Iraqê dikin."

Di daxuyaniya xwe da Îshaq got ku ji bo bilî neftê Îran bi bergîdana 8 milyar dolarî tiştan dişîne Iraqê lê transfera pereya di nav bankeyan da tê kirin digel vê bazirganiyê gelekî kêm e.

Îshaq ragihand ku pirsgirêka bankevaniyê ya divê Îran çareser bike di nav mijarên sereke da cih digire û lazim e herdu welat bi şirîkatî bankeyekê ava bikin lê astengiyên li pêş vê gavê hê jî hene.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.