Piştî ku îro xwepêşander li Besreyê balyozxaneya Îranê ya li vê bajarê Şewtandin, Îran jî deriya sînorî ya Şelemçeyê daxist û niha li vê deriyê hatûçû nayê kirin.
Herwiha peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî jî di presskonferansekî de bi tundî şewtandina balyozxaneya Îranê şermezar kir û ragihand ku piştir pilan bo şewtandina balyozxaneya Îranê hatiye amadekirin.
Qasimî diyar kir ku şewtandina balyozxaneyê ti zirarê canî li pey nebûye lêbelê zirarên mezin yên madî ber balyozxaneyê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin