Iran operasiyona girtinê daye destpê kirin

bi hinceta ku piştgîrî dan mangirtinê hatine girtin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybet ji Rojhilatê Kurdistanê, îro li gel destpê kirina mangirtina seraserî ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê jî operasiyonek dijî çalakvanên Kurd dane destpê kirin.

Li gor jêderên han îro hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê bi hinceta ku piştgîrî dane mangirtina ku ji aliyê partiyên dijî rejîmê ve hatiye ragihandin, hijmareke zêde ji çalakvanên medenî li bajarên Sine, Merîwan, Mehabad, Pawe, Kirmanşa û Bûkanê, binçav kirine.

Herwiha hate gotin ku li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hêzên rejîmê zext li welatiyan kirine daku dikanên xwe vekin lêbelê kes ev daxwaza hêzên rejîmê pêk neaniye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.