Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, îro pêncşem, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sineyê çalakvana Kurd ya warê mafên jinan û herwiha endama komîteya damezrêner ya dezgeha xêrxwaziya Rociyar Kurdistan, Sûreya Xidirî bin çav kirine.
Jêderên taybetî behsa vê yekê kirin ku endamên itlaata Îranê bêyî biryara dadgehê ev çalakvana Kurd binçav kirine û heta niha derbarê sedema binçav kirinê de jî ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin