Îro Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di presskonferansekê de diyar kir ku niha hinek rewşa abûriya Kurdistanê baştir bûye û lêv û tevgerên bazirganî jî li Kurdistanê de zêde bûne.
Newzad Hadî herwiha diyar kir ku li gel baş bûna rewşa abûrî û zêdebûna lêv û tevgerên bazirganî, hikûmeta Kurdistanê jî biryar daye daku ew projeyên ku jiber qirîza darayî hatibûn rawestandin dîsa dest pê bikin û werin cîhbicîhkirin.
Newzad Hadî herwiha eşkere kir ku vê ji sibê ve gelek proje li Hewlêr û derdorê dest pê bikin û werin cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin