Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê New Zealend li Bexdayê Bradley Soden kir.
Di civînê de behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê bi giştî û metirsiyên terorîstan û prosesa hilbijartinên Kurdistanê hate kirin.
Di vê derbarê de Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku hîn jî terorîstên DIŞIê metirsiya serekene bo ser asayîş û aramiya deverê bi taybetî li Mûsil, Enbar û derdorê Kerkûkê.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Bradley Soden behsa hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Bexdayê kirin û li ser vê yekê ku lazime hikûmetek were ava kirin ku nuneratiya tevahiya pêkhateyên Îraqê bike, hemfikir bûn û tekez kirin ku lazime hikûmeta nû hewlên xwe yên bo aştî nîştimanî û dabîn kirina xizmetgozariyên sereke û çareser kirina kêşeyên heyî bi tevger bike.
Her di vê mijarê de balyozê New Zealandê piştgîriya hikûmeta welatê xwe bo ava kirina hiûmetek ku nuneratiya tevahiya pêkhateyan bike ragihand.
Her di heman mijarê de Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku Kurdistanê hewl bo ava kirina hevpeymaniyek dide ku daxwazên Kurdistan û xal û madeyên destûra bingehîn cîhbicîh bike û balkêşande ser hewldanên heyî yên bo damezrandina civata bilind ya siyasetên steratejîk ya Îraqê û ew yek bo pêşî girtin ji takrewî di warê îdare kirinê û der xistina biryarên girîng de bi hewldaneke girîng wesif kir.
Giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Kurdistan û New Zealand û berfire kirina wan têkiliyan mijareke din ya vê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin