Îsraîl: Me balefir nexistiye

Israîl dibêje berpirs Sûriye û Îranin
کوردستان TV
100%

Piştî ku şeva derbasbûyî balefireke şer ya Rûsyeyê li devera Laziqiyeyê hatibû xistin, rayedarên Rûsyeyê eşkere kiribûn ku balefira Rûsî ji ber hewldanên Îsraîlê hatiye xistin.

Piştî wan daxuyaniyan, hikûmeta Îsraîlê jî ragihand ku beriya ku balefira Rûsî were xistin, balefirên me li derdorê Helebê hin navendên leşkerî yên Îran û hizbulahê bordiman kirine û vegeriyane cêyên xwe û dema balefira Rûsî hatiye xistin, balefirên me li esmanê Îsraîlê bûne.

Îsraîlê herwiha berpirsiyartiya xistina balefira Rûsî xistiye stuyê Îran û hizbulahê.

Balefira Rûsî bi rêya pergala mûşekiya S400 ya Rûsî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye xistin û têde 14 leşkerên Rûsî jî hebûne ku hatine kuştin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.