Îro civata Serkirdatiya yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiya û di civîna han de nameya vegeriyana Berhem Salih bo nav refên YNKê hat pesend kirin û pişt re jî Berhem Salih ji aliyê civata Serkirdatiya YNKê ve weke berbijêrê YNKê bo postê Serokkomariya Îraqê hate destnîşankirin.
Di civîna îro ya civata Serkirdatiya YNKê de nakokî çê bûn û jiber wan nakokiyên nîqaşên tund hatin kirin û pişt re jî du endamên civata Serkirdatiya YNKê ji civînê derketin û civîn boykot kirin.
Berhem Salih beriya çend mehan ji YNKê cuda bibû û tevgereke nû bi navê hevpemanî bo demokrasî û dadweriyê ava kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin