Di çarçoveya amadekariyên Amerîkayê de yên bo sepandina dorpêçên nû yên li ser Îranê û herwiha ceza kirina wan kompaniyên ku li gel Îranê kar dikin, heta niha hijmareke gelek zêde ji kompaniyên biyanî ji Îranê vekêşiyane.
Her di vê derbarê de îro jî kompaniya navdar ya Swêdî Volvo ragihand ku tevahiya kar û çalakiyên xwe yên li Îranê rawestadine û ji Îranê vekêşiyaye.
Li gor daxuyaniya Volvoyê rejîma Îranê heta niha pereyên kompaniya Volvoyê nedane û jiber qirîza abûrî ya li Îranê û herwiha jiber dopêçûn Amerîkayê, em weke kompaniya Volvo, biryar daye daku ji Îranê vekêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin