Îro hikûmeta Îranê belav kir ku hêzên îtlaata Îranê karîne di operasiyonên curbicur de, karîne 22 kes ku goman heye destê wan di êrîşên roja şemiya derbasbûyî ya li Ehwazê de heye, binçav bikin.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Îranê nasnameya ew 5 kesên ku êrîş pêk anîbûn, hatiye îsbatkirin û pişt re jî çend operasiyon hatine lidarxistin û di encama wan de 22 kes hatine binçavkirin.
Weke tê zanîn roja şemiya derbasbûyî li bajarê Ehwazê di dema merasimeke leşkerî de, çend kesan êrîşî ser hêzên Îranê kiribûn û di encam de 26 leşkerên Îranî hatibûn kuştin û zêdetir ji 60 leşkerên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin