Îran çekên giran dişîne ser sînorên Kurdistanê

bi şevan karwanên leşkerî dişîne ser sînor
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybet ji Rojhilatê Kurdistanê, ev çend roje spaha pasdaran ya Îranê dest kiriye bi şandina çekên giran bo ser sînorên Kurdistanê li devera Ormiyeyê.

Jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku spaha pasdaran ya Îranê bi şev karwanên leşkerî ku di nava wan de topxane û çekên din yên giran hene, dişîne ser sînorê Kurdistanê li devera Ormiyeyê.

Herwiha hate gotin ku spaha pasdaran ev çend roje dest kiriye bi nujen kirina navendên xwe yên leşkerî yên kevin ên li ser sînor û deverên nêzî sînorên Kurdistanê.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.