Amerîka û YE pîrozbayî li gelê Kurdistanê dikin

dibêjin lazime hikûmet bilez were avakirin
کوردستان TV
100%

Piştî bi dawî hatina prosesa dengdanê bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, her yek ji Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî cuda pîrozbayî li gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku serkeftina prosesa hilbijartinê li Kurdistanê de nîşaneya bihêz bûna çanda demokrasiyê ye li deverê de.

Amerîka û YEê herwiha eşkere kirine ku lazime bilez hikûmeta nû ya Kurdistanê were damezrandin û dest bi erkên xwe bike.

Amerîka û YEê behsa vê yekê jî kirine ku piştgîriya hikûmeta nû ya Kurdistanê dikin û dixwazên zûtir hikûmet were damezrandin daku bihevre karên xwe yên hevbeş cîhbicîh bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.