Mekteb siyasiya PDKê civiya

dibêje di dema pêwîst de emê biryara xwe bidin
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serok Barzanî mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser çend mijaran civiya û piştî civînê jî daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku bi Serokatiya Serok Barzanî mekteba siyasiyî civiya bo giftûgo kirin û pêdeçûn li ser prosesa siyasiya Îraqê û encamên vê dawî  yên ku bo çareser kirina kêşeyên heyî û herwiha bo parastina yekrêziya nav mala Kurdistanê.

Derbarê mekanîzma hilbijartina Serokkomarê Îraqê de tekez li ser vê yekê dikin ku postê Serokkomarî parê Kurdistanê ye û ne parê ti aliyeke siyasiye û ew yek jî li gor lihev kirina aliyên Kurdistanî hatiye çareserkirin û tişta ku vê carê YNK kir têkdana ev lihev kirina han bû û ew yek jî destpêkeke gelek xirabe bo yek alî kirina postê Serokkomariya Îraqê.

Jiber vê çendê mekanîzm û awaya denstînşan kirina Serokkomarê bi nuner û mafê gelê Kurdistanê nazanin û jiber ku derî hate vekirin ku kesên din di şûna gelê Kurdistanê de biryar bidin.

PDK bi girîngî li pêngavên ava kirina hikûmeta Îraqê mêze kiriye û beşdar bûye di danûstandinan de bi taybetî bo PDKê gelek girîng bû ku lazime tevahiya pêkhateyan li gor îstîhqaqên xwe bibin xwedan par. Niha em bi hûrî çavdêriya pêngavên ava kirina hikûmetê dikin û di dema xwe de biryarên lazim der dikin.

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.