Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî kir.
Di civînê de behsa rewşa Îraqê û pêşhatin dawî yên prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û her du alî balkêşandine ser bûyerên roja 2ê Cotmehê yên di nava parlemenetoya Îraqê de û di vê derbarê de Hadî Amerî dilgiraniya xwe li hember lihev nekirina aliyên Kurdistanî bo destnîşan kirna berbijêrekî bo postê Serokkomarî diyar kir.
Amerî hevdem li gel behs kirin li dor rola bi bandor ya PDKê û aliyên Kurdistanî di navba prosesa siyasiya Îraqê de, hêvî xwest ku aliyên Kurdistanî di prosesa pêkanîna hikûmetê de rola xwe ya bi bandor bilîzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin