Piştî ku komîsyona hilbijartinan encamên ji sedî 85ê dengan ragihand, Serok Barzanî jî peyamek pêşkêşî raya giştî kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mihrevan
Bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ku di 30 Îlonê de hatibûn kirin, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya xelkê Kurdistanê dikim hrewiha jiber serkeftina lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê jî pîrozbayî li tevahiya cemawerê serfiraz û berxwedê û tevahiya endam, alîgir û kadroyên PDKê dikim. Cîhê kêfxweşiyê ye ku xelkê Kurdistanê di proseseke demokratîk de deng da û baştirîn rê bo destguhertina desthilatê sendoqên dengdanêne.
Serkeftina prosesa hilbijartinê serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, ev yek hişiyariya siyasî ya xelk pêş dixe û bandora xwe jî li ser bihêztir bûna nav û deng û pêgeha Kurdistanê dibe, daxwaz ji xelkê Kurdistanê bi taybetî alîgirên PDKê dikim ku di dema şahiyan de pêbendî qanûn û aramiya welatiyan bin û xwe ji teqe kirin û kiriyarên dermedenî biparêzin.
Mimkune gelek aliyên siyasî yên Kurdistanê rexneyên û têbîniyên xwe li ser binpê kirin û sextekariyên roja hilbijartinê hebe jiber vê çendê daxwaz ji komîsyonê dikim ku wenêrînên hûr û kûr bo tevahiya dozan bike û bi ti awayî rê nede ku sextekarî û binpêkirin werin derbaskirin û lazime rastî werin eşkerekirin.
Mesûd Barzanî
4.10.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin