Bi minasebeta hatina cejna cema ya Êzidiyan, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta hatina cejna cemayê ya xuşik û birayên Êzidî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim, hêvî dikim cejna han bibe sedema xweşî û aramiyê bo xuşik û birayên êzidî û bikaribin her sal cejnên xwe bi xweşî û di nava aştî û bextewerî de derbas bikin.
Her bi minasebeta cejna cemayê lazime behsa vê yekê jî bikim ku pêwîste em hemû bi hevre kar bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bikin.
Mesûd Barzanî
05.10.2018

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin