McGurk: Rola PDKê gelek girîng û bi bandore

dibêje rola PDKê gelek girîng û bi bandore
کوردستان TV
100%

Îro Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo şerê dijî DIŞIê Brett McGurk serdana mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê kir û li gel Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî civiya.

Di civînê de Brett McGurk behsa serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de kir û anî ziman ku rola PDKê bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê roleke serekî û girînge.

McGurk herwiha hêvî xwest ku PDKê bi heman rol û bi pêgeha xwe ya bihêz beşdarî di prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de bike.

Her di heman civînê de Fazil Mîranî jî eşkere kir ku bo me gelek girînge ku beriya beşdarî kirin di hikûmeta nû ya Îraqê de bo me mekanîzma parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, bernameya hikûmeta nû ya Îraqê û girêdayî bûn bi sê mekanîzimên hevparî, hevsengî û tewafoqê were diyarkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.