Erbil 38°C Saturday 22 Nov 13:39

Yehûdiyên Rûsyeyê li dijî biryara vê welatîne

dibêje vê ji Putîn re bêje ku ev biryar şaşe
کوردستان TV
100%

Piştî hikûmeta Rûsyeyê biryar da ku pergala berevanî ya asmanî a S300 bide Sûriyeyê, Yehûdiyên li Rûsyeyê dilgiraniya xwe diyar kirin.

Di vê derbarê de Serokê Xaxamên Rûsyeyê Berl Lazar diyar kir ku ev biryara han biryareke şaşe û emê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin behsa vê biryarê bikin.

Berl herwiha eşkere kir ku nedibû Rûsye ev pergala han bide Sûriyeyê jiber ku ev pergala han netenê kêşeyên heyî çareser nake belku dibe sedema çê bûna kêşeyên nû li deverê de.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Rûsye ragihandibû ku pergala berevanî ya S300 radestî Sûriyeyê kiriye.

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.