Jan Kubis pîrozbayî li Serok Barzanî kir

behsa hin mijarên rojevê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarên Îraqê Jan Kubis kir.

Di hevdîtinê de Jan Kubis jiber serkeftina lîsteya partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parlementoyê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku komîsyona hilbijartin û rapirsî ya Kurdistanê di demeke nêz de encamên dawî ji raya giştî re eşkere bike û parlementoya nû jî dest bi karûbarên xwe bike.

Di berdewamiya civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî hatin nîqaşkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.