Peyvdarê komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyên Kurdistanê ragihand ku ev weke komîsyonê naxwazên lezê di ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan de bikin.
Peyvdarê komîsiyonê Şêrwan Zirar diyar kir ku tê payîn 10 heta 15 rojên din encamên dawî yên hilbijartinan werin eşkerekirin.
Zirar eşkere kir ku hîn jî gelek doz mane ku venêrîn ji wan re were kirin û di nava 10 heta 15 rojan de venêrîn bo tevahiya wan tê kirin û pişt re jî encamên dawî yên hilbijartinan tên ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin