Mesrûr Barzanî û balyozê Serbia li Bexdayê civiyan.
Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Serbia yê li Bexdayê Uroš Balov kir.
Di civînê de behsa rewşa dawî ya Îraq û deverê, rewşa Kurdistanê piştî hilbijartinên 30 Îlonê hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan hate kirin û Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku têkiliyên navbera gelê Kurdistan û Serbiayê di her warekê de bihêztir bibin.
Her di heman civînê de balyozê Serbiayê behsa rola qehremanane ya hêzên pêşmerge di têkbirina terorîstên DIŞIê de kir û anî ziman ku rewşa aramî û ewlekarî ya li Kurdistanê gelek pêşketiye û ew aramiya ku li Kurdistanê de heye nimûneye û dibe faktereke baş û bihêz daku kompaniyên Serbî li Kurdistanê de kar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin