Li Hewlêrê tîmeke dizî kirinê hat girtin

li çend cêyên Hewlêrê dizî kirine
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîs Hewlêrê dibêje tîmeke çar kesî ya dizî kirinê binçav kirine.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku piştî vergirtina zaniyariyan lid or hebûna çend bûyerên dizî kirinê li taxa Kesnezan ya Hewlêrê, hêzên polîs dest bi lêkokînê kirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku piştî demeke kurt ji lêkolîn kirin û kom kirina zaniyariyan, hêzên polîs karîne operasiyonek lidar bixin û di encam de çar kes ku endamên tîmeke dizî kirinê bûne binçav bike.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ev her çar kes di lêkolînên destpêkê de li ser vê yekê mikor hatine ku heta niha çend caran dizî kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.