Bi hinceta endambûna PKK/KCKê dê hejmareke zêde ya muxtarên Bakurê Kurdistanê ji kar bên dûrxistin
Li Bakurê Kurdistanê piştî girtin û dûrxistina siyasetmedar, aktîvîst, rojnameger, parêzvanên gundan bi hinceta endambûna PKK/KCKê niha jî dor gehişte muxtarên gundan. Piştî girtina 3 muxtaran li bajarê Wanê niha tê gotin ku dê hejmareke zêde ya muxtaran ji kar bên avêtin.
Li gor medya Tirkiyê, bi hinceta endambûn an jî hevkarîkirina PKK/KCKê dê hejmareke zêde ya muxtarên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ji kar bên dûrxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin