Nêçîrvan Barzanî û John Sullivan civiyan

behsa rewşa Îraqê û têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin
کوردستان TV
100%

Îşev şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê gehêşte Hewlêrê.

Piştî gehêştina vê şanda han, şand serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û piştî pêşwaziyê jî civînek hat lidarxistin.

Di destpêka civînê de John Sullivan pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir, bo serkevtina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û serkevtina li dijî DIŞIê. Herwiha piştgiriya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz kir, ku bila guftûgoyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de berdewam bikin, bo çareserkirina kêşeyan û alîkariya ewlehî û aboriyê.

Di civînê de John Sullivan hêvî kir ku hemû serkirdeyên Iraqî kar bikin, daku di dema xwe ya diyarkirî de û li gor destûrê hikûmeta nû ya Iraqê dest bi kar bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Amerîka ya bo Herêma Kurdistanê kir. Di heman demê de bo şanda Amerîkî bi puxteyî behsa proseya siyasî ya Iraqê û beşdariya Herêma Kurdistanê, proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.