Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera îxaneta 16ê Cotmehê de yaku ji aliyê hin berpirsên YNKê ve li gelê Kurdistan û Kurdistanê hate kirin, peyamek weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Pilana 16 Cotmeha 2017an mezintirîn xiyanet bû ku li mafê çarenivîsa neteweyeke çewsave hate kirin, lê di heman demê de rûya rastîn ya îxanetkaran jî der xist û xakfiroş ji nîştimanperweran cuda kir.
Hêvî dikim xelkê Kurdistanê û aştîxwaz rastiyan ji bîr nekin û ji vê zêdetir rê nedin bo post û paye bi jiyan û çarenivîsa wan were lîstin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin