Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya pêngavên reformên nû yên hikûmetê de çend biryarên girîng derbarê kirîn û firotina dermanan li Kurdistanê de der kir.
Armanc ji der kirina wan biryarên han pêşî girtin ji anîna dermanên sextet û biserçûyî bo Kurdistanê ye û herwiha bi wan biryaran hewl tê dayîn daku bazara kirîn û firotina dermanan ji nûve were organîzekirin û jibilî kesên pspor ti keseke din nikarêbe di warê kirîn û firotina dermanan de kar bike.
Yek ji armancên din yên sereke ya wan biryara berevanî kirin ji mafên nexweşaye û bi wan biryaran hewl tê dayîn daku nûjdar baştirîn derman bo nexweşên xwe binivîsin û nexweş jî bi asanî û bi bêxemî ev dermanên han bikar bînin.
Serokwezîr bi giştî 18 biryar di vê mijarê de der kiriye û tekez li ser vê yekê jî kiriye her kes û aliyek ku beruvajî wan biryaran tev bigere vê bi awayekî tund were cezakirin.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku her dermanfiroşek tenê dikare bibe xudanê yek dermanxane û nûjdar jî lazime çawetiya bikar anîna dermanan ji bo nexweş binivîse û li ser dermanên ku tên firotin jî lazime tevahiya pêzanînên hewce werin nivîsandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin