Mesrûr Barzanî: Ramanên Beşikçî derbarê gelê Kurdistanê de cêyê rêzdariyê ne

Mesrûr Barzanî behsa girîngiya ramanên Beşikçî kir
کوردستان TV
100%

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Rewşenbîr û Civaknasê navdar yê Tirk û dostê gelê Kurdistanê Mamoste Îsmaîl Beşikçî kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî spasiya helwestên Îsmaîl Beşikçî yên li hember doza rewa ya gelê Kurdistanê kir û rêzdariya xwe jî ya li hember çalakî û nivîsên Beşikcî yên li ser gelê Kurdistanê diyar kir û got: Raman û nêrînên Beşikçî yên derbarê gelê Kurdistanê de cêyê rêzdariya nîştimanperwer û azadîxwazanin.

Di beşeke din ya civîna han de Beşikçî jî behsa pêşkeftin û aramiya heyî ya li Kurdistanê de kir û ragihand ku doza rewa ya Kurd qonaxên gelek baş derbas kiriye û lazime civaka cîhanî jî ev peyama gelê Kurdistanê yaku di proseseke demokratîk de eşkere kiriye, li ber çav bigire.

Beşikçî herwiha got: Bi çareser kirina doza Kurd li deverê de aramî û geşepêdanên zêdetir çê dibin û ew yek jî vê li gor berejwendiya her kesekî be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.