Leşkerên Îranî li Kerbelayê ne

bo parastina ewlekariya merasîmên olî hatine
کوردستان TV
100%

Îro hin jêderên nûçeyan yên Îraqê belav kirin ku hêzeke leşkerî ya Îranê bi awayekî fermî bi rêya deriyên sînorî yên di navbera Îran û Îraqê de derbasî Îraqê bûye.

Jêderên nûçeyan bi taybetî rojnameya Elerebî Elcedîde behsa vê yekê kiriye ku hatina hêzên han bi agehdariya hikûmeta Îraqê bûye û hatina wan jî bo Îraqê bi mebesta parastina ewlekariya merasimên olî yên li Kerbelayê de ye.

Rojnameya han behsa vê yekê jî kiriye ku li gel hatina hêzên han hijmarek kopterên Îranî jî li ser sînorên Îraqê dest bi firînê kirine.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.