Erbil 38°C Saturday 22 Nov 19:42

Welatên Ewrûpî civîna Siûdiyeyê boykot dikin

welatên Ewrûpî civîna li Siûdiyeyê boykot dikin
کوردستان TV
100%

Jiber wenda bûna Rojnamevan Cemal Kaşikçî yê ku li balyozxaneya Siûdiyeyê ya li Îstenbûlê wenda bûye û tê gotin ku ji aliyê rejîma Siûdiyeyê ve hatiye kuştin, welatên Ewrûpî helwestên xwe nîşan didin.

Piştî welatên Franse, Almanya û Brîtanya, vê carê jî Holenda diyar kir ku vê jiber wenda bûna Cemal Kaşikçî boykota civîna Siûdiyeyê bike.

Di vê derbarê de wezîrê darayî yê Holendayê Wopke Hoekstra diyar kir ku Holenda jiber wenda bûna Kaşikçî beşdariya civîna hêlbirînê ya li Siûdiyeyê nabe.

Herwiha hatiye zanîn ku Banka Cîhanî (World Bank (Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) û wezareta darayî ya Fransî jî beşdarbûna heman civînê betal kirine.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.