Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de beşdar dibe

behsa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emanuel Macron di peywendiyeke telefonî de rewşa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emanuel Macron bi rêya telefonê peywendî bi hev re kir û pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê nirxand û serok Macron tekîd li ser pêwîstiya beşdariya hemû aliyên îraqî û bi taybetî aliyên kurdistanî di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Serok Macron kir ku hertim girigniyê û piştgiriya Herêma Kurdistan û Îraqê dike û tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de beşdar dibe. Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku têkeliyên Kurdidtan û Fransayê di hemû waran de berdewam bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, herwesa, sipasiya serok Macron kir ku piştî bûyerên oktobera sala borî di aramkirina rewşê wê demê, destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan û şikandina ambargya li ser Herêma Kurdistanê, roleke mezin hebû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.