Rayedarekî Lîbyayê dibêje Ewrûpa dest daniye ser 277 miliyar dolar.
Berpirsê karûbarên siyasî ya eniya xebata nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Qezaf Dem di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qezafî samaneke zêde bi qasî 600 miliyar dolar li pey xwe hêştiye.
Ehmed Qezaf herwiha diyar kir ku piştî kuştina Qezafî, welatên Ewrûpayî dest danîne ser 277 miliyar dolarên Qezafî ku sermayeke nîştimanî ya Lîbyayê ye.
Nav hatî eşkere kir ku gelê Lîbyayê di warê kuştina Qezafî de bêtawana û heta niha jî lêkolîn li ser kuştina Qezafî tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin